• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Ji rezaleta tangoyê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê, Komela DOST-DERa ku kar û barên xwe bi rê ve dibe di dema pîrozbahîyên cejna komarê de ji ber ku reqsa tangoyê bi xwendekarên dibistanê dane kirin, bertek  nîşan da.

Sekreterê giştî yê DOST-DERê Muhammed Arasan di derbarê mijarê de dest nîşan kir ku ji bo xelkê misilman xira bikin her listîk tên lîstin. Armanca çalakîyên wiha xerab  e û Arasan wiha  li axavtina xwe wiha zêde kir: “Haya me ji van lîstikan heye. Ev versiyoneke cûda ye û hewl didin û ji xwe pirs dikin ‘ Gelo em çawa dikarin civakê xera bikin. Çawa em dikarin vê civakê ji îslamiyetê dûr bixin?”

Arasan  di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “ Em di çarçoveya Îslamî de kar û barên xwe bi bi şiklekî xûrt bi rê ve dibin. Belê însanên fikrên wan xerab  jî ji bo ku ciwakê îfsad bikin her rêyî diceribînin. Ji bo ku xelk ji çand û hûnera xwe û her wiha ji bawerîya xwe dûr bikeve her bazî û lîstik tên lîstin. Em dê ji bo ku van lîstîkan berteraf  bikin, çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê wek komele, van tiştan yek bi yek ji gelê xwe rê bibêjin. Ev yek ne karê me tenê ye. Ev karê hemû mislimanan e. Dixwazin ku zarokên mislimanan ji tiştên nebaş ên mîna tangoyê re bixin qûrban. Ev yek nayê qebûl kirin.”

Midûrtîya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Nisêbînê û Qaymeqamtîya Nisêbînê dûh ji ber Cejna Komarê li Salona Werzîşê ya Girtî ya Ataturkê bernameyek li dar xistibûn.Di bernameyên de bi zarokên ku emrê wan biçûk bûn re reqsa tangoyê dabûne kirin.”(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir