• DOLAR 32.445
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2442.632
  • ...
Ezîma fêrbûna Qur'anê ya dapîran xortan li paş hişt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qosera navçeya Mêrdînê dapîrên ku temenên wan li ser 60î ne li Navenda Piştgirîya Malbatê(ADEM), Qur’ana Kerîm hîn dibin. Dapîrên ku tên navendê bi  ezîmeke mezin Qur’ana Kerîm hîn dibin. Ezma  hînbûna Qur’ana Kerîm  a dapîran xortan li paş hişt.

Li qursê ji xeynî dersa Qur’ana Kerîm her wiha dersa tecwîd,ezber, îbadet, sîyer, exlaq û yên îtîkadê jî tên dayîn.  Li qursê hê jî 15  xwendevanên ku di navbera temenên 15 û 66an de ne û li qursê  perwerdehîyên xwe didomînin.

Hînkera qursê Muazzez Yildiz di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev bû nêzî mehek ku qursa me dest pê kiriye. Bi iznillah qursa me wê heta havînê bidomî. Serê du mehan carekî qeydên qursê tên nûkirin. Kesên ku bixwazin dest bi qursê bikin dikarin serlêdanên xwe ji me re bikin.”

“Dema ku ez çûme Hîcazê mîn dît ku hemû kes Qur’anê dixwînin, wê demê ez girîyam”

Mukrîme Demîrataya(66) ku li qursê dersa Qur’anê distînê di derbarê fêrbûna Qur’ana Kerîm de wiha axivî: “Min ji Xwedê Teala gelekî dixwast da ku ez hînî Qur’anê bibim. Ez bi şev û rojan digrîyam û min ji xwe re digot ku ez ê Qur’anê hîn bibim.Dema ku ez çûme Hîcazê mîn dît di destê hemû kesî de Qur’an heye û dixwînin. Wê demê ez girîyam û min ji xwe re got ku çima ez Qur’anê hîn nebûm.Dema ku ez ji Hîcazê vegerîyam hatim malê, di destpêkê de ji televîzyonê hînî herfan bûm. Pişt re jî min qeyda xwe li vê qursê kir.Hemd ji Xwedê re ku niha ez Qur’anê hîn dibim.”

Ji xeynî Mukrîme Demîrataya ku li qursê dersa Qur’anê distînê her wiha kesên din ên ku dersa Qur’anê distînin jî di derbarê hînbûna Qur’ana Kerîm de hest û ramanên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ji zarokayên xwe ve dixwastin hînî Qur’anê bibin; niha ew ji ber ku hînî Qur’anê bûne gelekî kêfxweş in. (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir