• DOLAR 32.471
  • EURO 34.711
  • ALTIN 2435.964
  • ...
Afîşên ku  hezkirin û xoşewîstîya pêxember nîşan didan hatin texrîbkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî niha ji teref Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî ve karîkaturên ku tê de heqaret li pêxemberî dihat kirin bi bîlbordên bajêr ve hatibûn daliqandin. Sazî û xelkê  Diyarbekirê ji ber daliqandina van karîkaturan ji şaredarîya DBPyî bertekên tund nîşan dabûn.Ji ber daliqandina wan karîkaturan, Platforma Sazîyên Civakî yên Sivîl ên Îslamî  li cûrbecûr cihên bajêr ve afîşên ku tê de hezkirin û xoşivîstîya pêxember dihat nîşan dan bi bîlbordên bajêr ve daliqand.

Memîş di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ev êrîşa ku li afîşan hatîye kirin nayê qebûlkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî ve 15 rojan ji teref şaredarîya Yenîşehîrê ve karîkaturên ku tê de heqaret li Hz. Pêxember dihat kirin bi bîlbordên bajêr ve hatibûn daliqandin. Ji ber daliqandina van karîkaturan xelk û sazîyên civakî bertekeke dijwar û tund nîşanî şaredarîya DBPyî nîşan dabûn. Di vê arafeya hilbijartinan de me nexwest ku hinek kes vî tiştî bikşînin cihinan cuda. Ji ber vê yekê me jî berteka xwe bi bîlbordan nîşan da. Hinek afîşên ku mê 55 noqteyê bajêr ve daliqandibû hatine texrîbkirin. Nasnameya wan kesên ku vê texrîbatê kirine hê  nediyar e ; lê belê di çavên xelkê de ew kesên ku vê fi’lê kirine diyar e. Kesên ku dijmintîyê bi îslam, pexêmber û bi rûmetên îslamê re dikin vê êrîşê kirine. Em ji xelkê Diyarbekirê daxwaz dikin ku ji vê texrîbata ku hatîye kirin re bertek nîşan bidin.”

Memîş di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku pêxember netenê pêxemberê STKyan e; her wiha yê temamê însanetîyê ye. Ji ber vê yekê divê hemû kes li pêxemberê me xwedî  derkeve û berteka xwe ji vê rewşê re nîşan bide.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir