• DOLAR 32.468
  • EURO 34.703
  • ALTIN 2436.26
  • ...
Êrîşa çekdarî li Serokê Navçeya Hezexê yê HUDA PARê  hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa ku hat kirin de Serokê navçê Mehmet Emîn Ersoy birîndar bû. Ersoyê ku di êrîşê de birîndar bûbû rakirin nexwexanê.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin êrîş li Taxa Turgut Ozalê di wextên êvarî de pêk hat. Kesên PKKyî li ber mala endamekî HUDA PARê xwestin ku hendek bikolin û tê de teqemenîyê bi cî bikin. Ji ber vê yekê mineqeşe derket. Serokê navçê ji mineqeşeya ku derketibû hat agahdar kirin. Mehmet Emîn Ersoyê ku ji bûyerê agahdar bûbû  kir ku biçê cihê bûyerê. Ersoy dema ku çû cihê bûyerê ji teref PKKyîyan ve bi çekên lûle dirêj êrîş lê hat kirin.

Ersoy di êrîşa ku hat kirin de ji paqa xwe birîndar bû. Hat hînbûn rewşa Ersoyê ku di êrîşê de birîndar bûbû niha baş e.(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir