Yetîm-Dera Ewrûpa li Fîlîpînê alîkarî belav kir
Yetîm-Dera Ewrûpa li Filîpînê ji malbatên hewcedar û feqîr re alîkarîya erzaqê belav kir.
Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku navenda wê li Almanyayê ye di demeke kurt de li giştê Tirkîyê û Ewrûpayê bi wesîleya dildaran alîkarîyên xwe gihande bi hezeran malbatên hewcedar û feqîr.
Yetîm-Dera Ewrûpa vêcar jî li Fîlîpînê alîkarîya malbatên feqîr û jar kir û ji wan re birinc û erzaqên cûrbecûr belav kir.
Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de destnîşan kir ku wê alîkarîyên ku hatine kirin bidomin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona ku em karibin li welatên Asyayê xebatên xwe alîkarîyê bidomînin divê kesên xêrxwaz destek û piştgirîyê bidin me.”
Ateş di dawîya axavtina xwe de ji kesên ku destek û piştgirîyê dane wan re teşekkur kir.(ÎLKHA)