• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Karakterên li Kerbelayê di roja me de jî xwe nîşan didin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê ji teref Kûluba Ciwanîya Hur Nîda ve li Navenda Kongre û Çand a Nene Hatunê bernameyeke bi navê  ‘Şehîd Yasîn û Kerbela’  hat lidarxistin.  Bername bi sînevîzyoneke ku di derheqê hadîseya Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî de agahî dida hat destpêkirin.

Piştî sînevîzyonê, Arîkarê Serokê Partîya Doza Azad Saîd Şahîn di derbarê mijarê de axavtinek kir.  Şahîn di axavtina xwe de hadîseya Kerbelayê û roja me muqayese kir û destnîşan kir ku bûyerên Kerbelayê di roja me de jî pêk tên.

Şahîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku Yezîd ji bona saltanatê, hemû tiştî kirîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di roja me de jî di nava alema îslamê de jî kesên bi heman awayî hene ku ji bona mewkî û meqam, terka bawerî, şexsîyet û nasnameyên xwe dikin.”

Şahîn di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “ Kerbela bûyera ji teref zarokên sahabîyan ve qetilkirina zarokên pêxember e. Kerbela serhildanek e . Di meseleya Kerbelayê de mijarên balkêş hene. Şexsîyetên Kerbelayê di roja me de jî xwe nîşanî me didin. Karaktere herî mezin ê Kerbelayê Yezîd e.  Ji bo saltanatê, axreta xwe feda kir, ji bona saltanat zarokên pêxember kuştin. Saltanata wî tenê 3 sal berdewam kir. Divê Yezîdên îro ji Yezîdên borî ders û îbretan bistînin. Di nava alema îslamê de Yezîd pir in. Li ser serê civakên îslamê ne , lê belê dîn ji xwe re dikin alet. Ji alema îslamê re hukm dikin û  wan îdare dikin; lê belê hemû tiştên heram dikin. Di çopgeha dîrokê de gelek zalimên mîna Yezîd hene, hukumdar hene. Ev kes di şerê ku bi  heqîyê kirin de winda kirin ango têk çûn, her wiha ev zalim mehkûm in ku her tim mexlûb bibin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir