Serokê Giştî yê HAK PARê jiyana xwe ji dest da
Serokê Giştî yê HAK PARê Fehmî Demîr li navçeya Tarsûsa Mêrsînê qezaya trafîkê kir, Demîr di qezayê de jiyana xwe ji dest da.
Serokê Giştî yê Partîya Heq û Azadîyan Fehmî Demîr li navçeya Tarsûsa Mêrsînê li mewkîya Damlamayê qeza kir. Di encama qezaya trafîkê de Demîr jiyana xwe ji dest da.
Qezaya trafîkê di derdora seat 15.30an de pêk hat. Di qezaya trafîkê de ji xeynî Fehmî Demîr kesekî bi navê Haci Murad Dogu jî jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)