Mînîbûsa rêwîyan û serwîsa xwendevanan li hev qelibîn:29 birîndar
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê mînîbûsa rêwîyan û serwîsa xwendevanan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 jê giran tevde 29 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa xwendevanan a bi pilakaya 01 NS 396 û mînîbûsa rêwîyan a bi pilakaya 33 AYR 95 li ser rêya D-400ê li hev qelibîn.
Ji ber qelibînê mînîbûsa rêwîyan gindirî şarampolê. Hat ragihandin ji ber qezaya ku pêk hatîye 6 jê giran tevde 29 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.
Di derheqê qezayqa ku pêk hat de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)