Li Batmanê 45 hezar pakêt cixareyên qaçax hat bidestxistin
Li Batmanê di 2 wesayîtên ku hat rawestandin de 45 hezar û 380 pakêt cixareyên qeçax hat bidestxistin
Di dema kontrol kirina rê de 2 wesayît hatin rawestandin û tehqîqat li wan de hat kirin. Di encama tehqîqatê de 45 hezar û 380 karton cixareyên qaçax hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Êlihê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di dema kontrol kirina rê de 2 wesayît hatin rawestandin û tehqîqat li wan hat kirin. Di encama tehqîqatê de 45 hezar û 380 karton cixareyên qaçax hat bidestxistin û di der heqê bûyerê de 3 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku bi talîmata Serdozgerîya Komarî yê Batmanê dest danîn li ser cixareyên qeçax. Her wiha hat ragihandin ku 2 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re heye hatin binçavkirin. Piştî pirsyarîyê, 2 kes hatin serbestberdan û kesê din jî şandin Girtîgeha Derbest a Tîpa Myê ya Batmanê.(ÎLKHA)