Serokê Baroyê ya Amedê hat binçav kirin
Di derbarê Serokê Baryê ya Amedê Tahîr Elçî de biryara girtinê hat dayîn. Piştê biryarê Elçî bi şev hat binçav kirin dûv re ji bo ku îfade bide, ew birin Stenbolê.
Wekî tê zanîn Serokê Baroyê ya Amedê Tahîr Elçî di televîzyonekê de beşdarê bernameyek taybet bûbû û di bernamê de gotibû “ PKK, rêxistina terorî nîne.” Ji ber vê yekê di der heqê Elçî de ji teref Dadgêriya Cezayê Sûlhê ya 2yemîn a Bakirkoyê ve tehqîqat destpê kiribû.
Hat ragihandin ku di derdora seat di 02.20an de li Baroyê ya Dîyarbekirê hat binçav kirin.
Elçî, di der warê tehqîqatê de ji bo ku îfade bide birin Dadgeha Stenbolê.(ÎLKHA)