Hasan Aşkin, bi Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê re hevdîtin kir
Alîkarê Serok a Giştî ya HUDA PARê Hasan Aşkin bi Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê ya Batmanê re hat cem hev.
Alîkarê Serokê Giştî ya Berpirsyarê Aborî ya HUDA PARê Hasan Aşkin ji bo ziyaretê hat Êlihê. Piştê ziyaretên xwe bi Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê ya Batmanê re hat cem hev.
Aşkin dest nîşan kir ku bandora aborîyê li ser siyaseta cîhanê zêde ye. Ji ber vê yekê Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê ya Batmanê ziyaret kir û di derbarê vê warê de ciwanan agahdar kir û axavtina xwe wiha domand: “ Em wek partî ji ciwanan pir hêvîdarin. Lewra qada me pir fireh e. Heke em rabin qala girîngiya ciwanan bikin bi rûpelan xelas nabe. Ji ber vê yekê bendewariyên me ji we gelekin.
Aşkin di serdana xwe de her wiha got: “Xwedê Teala emrekê bi bereket, bi serkeftin û bi berdar bide we û di binsaziya partiya me de xizmetên xweş a ku ji bo gel tê kirin bixe nesîbê we.”
Civîn, bi axavtina di nabeyna Alîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Aşkin û ciwanan de bi dawî lê hat. (ÎLKHA)