• DOLAR 32.556
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2445.715
  • ...
Gida Bankasîya Umûd Kapisi: Me ji 10 hezar malbatî re goştê qurbanan belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tête zanîn li ser nava Yasîn Boruyê ku di Îda Qurbana sala borî de dema ku goşt belav dikir hatibûn qetilkirin kampanyayeke bi navê ‘Goştên qurbanan ên ku Yasîn nikaribû belav bike hûn belav bikin’ hatibû destpêkirin. Umûd Kapisiya Diyarbekirê  di çarçoveya kampanyaya ‘Goştê qurbanan ên ku Yasîn Boru nikaribû belav bike hûn belav bikin’ de  ji 10 hezar 500 malbatê hewcedar û feqîr re goştên qurbanan belav kir.

Serokê Gida Bankasiya Umûd Kapisi M.Siddik Furkan di derbarê alîkarîyên ku hatine kirin de ji ÎLKHAyê re axivî. Furkan di derbarê mijara kirina alîkarîyan de destnîşan kir ew piştgirîyê dane wê kampanyaya ku ji teref Platforma Alîkarîyê ya Karwana Umûdê hatibû destpêkirin û ew digel temsîlkarên sazîyên sivîl ên ku ji rojava hatibûn goştê qurbanan belav kirine.

Furkan axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Li Diyarbekirê ji hezarî zêdetir pez hat serjêkirin. Me goştên van qurbanên ku hatin serjêkirin digel mislimanan ji 10 hezar û 500 malbatî re belav kir. Di dema goştên qurbanan de em gelekî hestîyar bûn . Lewra me fêm kir ku misliman li kû derê dinyayê bin hevdu tenê nahêlin û piştgirîyê didin hev.”

Furkan di dawîya axavtina xwe de ji kesên ku piştgirîyê dane kampanyayê re teşekkur kir û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên di vî warî de bidomînin.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir