• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Sedema vê nemerdîyê delîla tertûbelatîya me ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Her wek ku tê zanîn li Diyarbekirê ji teref Midûrtîya Polîtîkayên Jinan a Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê a DBPyî ve li afîşên ku heqaret li Hz. Pêxember dihatin kirin bi bîlbordên bajêr ve hatibûn daliqandin. Ji van afîşên ku ji teref şaredarîya DBPyî hatibûn daliqandin û  heqaret li Hz. Pêxember dihatin kirin re bertek hê jî didomin. Di derbarê mijarê de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin armanç û hedefa van karîkaturên ku heqaret li Hz. Pêxember hatine kirin neyartîya îslamê ye.

Di berdawama daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat diyarkirin ku berî niha jî ji teref kesên mîna van kesan ve çendîn caran bi hincetinan  heqaret li muqeddesatên îslamê hatîne kirin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin:“ Mafê tu kesî tune ye ku bi qudsîyetên îslamê tinazên xwe bikin. Divê temamên neyarê îslamê baş bizanibin ku  her kî bi Xwedê Teala û Resûlê Wî re şer bike her daîm winda kirine ango têkçûne. Li Diyarbekira me ya ku warê pêxember û sahabîyan e kirina vî tiştî nemerdî ye , rezîltî ye. Xelkê misliman wê di çarçoveya meşrû de vî tiştê ku hatîye kirin qebûl meke.”

“Tertûbelatîya  mislimanan dibe sedem ku heqaret li qudsîyetên me bên kirin”

Di daxuyanîyê de di derheqê mijarê de wiha hat ragihandin: “Temamê dinyayê baş dizane ku her sal li Diyarbekirê bi sedhezaran evîndarên pêxember ji bona hezkirina pêxember dicivin. Ji rexekî ve kirina vê nemerdî û rezîltîyê neyartîya û tehemil nekirina wan a li dijî vê hezkirinê ye. Divê em misliman cardin bifikirin. Divê em jiyana Resûlullah ji bona bidin fêmkirin hewl bidin. Ji bona di nava mislimanan de wehdet pêk were divê em êdî dev ji ezîtîyê ango hodbîntîyê berdin. Divê were zanîn em misliman çiqas tertûbela bin ew ê dijminên îslamê ewqas li dijî îslamê zimanê xwe dirêj bikin.”

Di dawîya daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Ashabê Resûlullah çawa li Resûlullah xwedî derketibe divê em jî li Wî xwedî derbikevin. Bi heman awayî divê em jî jê hez bikin. Heger em li hemberî vî tiştê ku hatîye kirin dengê xwe bilind nekin Xwedê û Resûlê Wî wê ji me daweker ango dozdar bin. Her wiha divê meqamên rayedar di derheqê kesên ji vî tiştî berpisîyar in  de lêpirsînê vebikin”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir