Hejmera kesên ku di teqîna Enqerê de mirin bû 102
Hejmera kesên mirî ên ku di teqîna 10ê cotmehê li Enqerê pêk hat de mirin derkete 102an.
Hat diyarkirin hejmera kesên ku di teqînê Enqerê de mirin derkete 102an û hejmera kesên ku hatine binçavkirin jî bû 13.
Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Komare ya Enqerê ve hatîye dayîn de hat diyarkirin hejmera kesên ku di teqînê de mirine derketîye 102an.
Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat ragihandin nasnameya 101 kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane hatine tesbît kirin û teslîmî malbatên wan hatine kirin.
Di daxuyanîyê de her wiha hat diyarkirin 13 kes di çarçoveya lêpirsîna ku di derheqê teqînê de tê kirin de hatine binçavkirin û her wiha hê jî di derbarê teqînê de tehqîqet didomin.(İLKHA)