PDK: Bê Goran emê koalisyonê bi rê ve bibe
Endambê Meclîsa Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Elî Ewnî, dest nişan kir ku Partiya Goran bi nasnameya xwe re ne ahenge. Ewnî her wiha got, wê bê Goran dê hikimeti bi rê ve bibe.
Endamê Meclîsa Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berpirsayrê herêma Duhokê yê Şêxanê Elî Ewnî, nirxandinek di der heqê bûyerên ku di rojên dawî de bi taybeti li bajarê Silêmanê û navçeyên Siilêmanê hatiye qewimîn da Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) Ewnî, îfade kir ku Hikimeta Kurdistanê ya ku li ser koalisyonê ve hatiye damezrandin wê ji îro pê ve bê Goran bi rê ve bibe. Ewnî îdîa kir ku Partiya Goran, aloziya aboriyê suî îstîfade kiriye û gel kişkişandiyê.
Ewnî, di nirxandina xwe de îfade kir ku, yasa û qanûnê Herêma Kurdistanê ji bona hemû hemwelatîyên Kurdistanê re mafê xwe nişandan û xwepêşandanê û her wiha ya greve jî dide.
“Goran xortên 13-14 salî di xwepêşandanan de bikar anî û êrişên avahiyên PDKyê kirin”
Ewnî di nirxandina xwe da wiha got: “Lê alîyekî sîyasî bizava sîyasî ango Bizava Goran xwestin ku vê krîza îqtîsadî suî îstîfade bike. Goran hewl da vê krîza îktîsadî ji xwe re bike wek firsendekî. Ji ber vê yekê Goran bangawazîyê li temamê mamoste, doxtorî pêşmerge û her wiha temamê karkerên ku li Kurdistanê bikşîne ba xwe.
Lê belê mamosteyan dema ku vî tiştî dîtin ango helwesta Goranê fêmkiirn di nav xwe de biryarê dan da ku tênekevin nava xwenîşandanan nekin û deng nedan banga Bizava Goranê. Lê belê Goran hinek zarok û xortên 13-14 salî anîn neva xwe û wan berdan meydanê û berê wan xort û zarokên heta 12 salî dane avahiyên PDKê û bi wan dan şewitandin. Ev bû demeke ku wezîrê malîyê ji partîyê goranê ye.Heger di warê meaşê de pirsgirek hebe di derî de ew ji vê pirsgirekê mesul in û divê meaşan bidin. Em hemû dizanin ku niha li Kurdistanê krîza îktîsadî heye. Heye wan jî heye ku niha pere tune ye. Lê ew dixwazin ku vê gunehê li ser milên xwe biavêjin û vî tikştî ji xwe re vegerîne firsedekî.”
“Goranê di nasnameya xwe de ne wek hereketekî tevdigere”
Êwnî li ser mijara hilbijartina serokatîyê jî rawest û nirxandina xwe wiha domand: “Li Kurdistanê problem û pirsgriêkên cuda cuda hene. Niha jî li Kurdistanê li gor qanûnê dema wezîfeya Mesûd Barzanî bi dawî bûye. serok Barzanî li gor wezîfeya qanûnî daxwaz ji Komisyona Hilbijartina Bilind kirîye da ku li Kurdistanê hilbijartinên Serokatî bên kirin. Ji bona kirina hilbijartinan ev tişt ji teref Serok Barzanî ve ji Komîsyona Hilbijartina Bilind hatîye kirin. Komisyona hilbijatina ji bona vê daxwazê gotin ku demê me tune ye yanî ji bona vî tiştî wext û dem ji me re divê. Ji ber vê yekê di rewşekê wiha de partîyên siyasî divîyabûn ji komisyona hilbijartina bilind re gotibana tu çi wext ji bona haziriya hilbijartinan dixwze. Yek meh du meh sê meh penç meh… bila penç meh wext bidin wan . Di naveyna van pencc mehan de ango di vê pevajoye de serokê Kurdistanê dibe Serokê Karbirêveber ango Serokê Tasnîf. Heger di dawîya van penç mehan de di hilbijartinan de me Qezenc kir em ê serokê xwe deynin. Heger ji wan partîyên din yek Qezenc kir em ê serokatîyê teslîmî wan bikin. lê belê di rastîyê de Bizava Goranê di nasnameya xwe de di pênasa xwe de ne wek bizavek ango ne wek hereketekî tevdigere.Nasnameya wan ne bizav e. Nasnameya xerakirin û êrîşkirina li ser Partîya Demokrat a Kurdistan e. Ev tişt ji dayikbûna wan ve heye.Ew hizir dikin anko difikirin ku kî zêdetir êrîşî PDKê bike ew ê zêdetir ra û deng bistîne.
“Em di budçeya Iraqê de tene ji sedî 8 parê distînin”
Ewnî di der heqê budçeya Hikûmeta Iraqê jî rawest û wiha pê de çû: “Hihûmeta Iraqê ji 2003an vir ve em şirîkên hev bûn. Û hemû caran divîyabû ji butçeya eraqê û ya kurdistanê divîyabû ji sedî 17an budçe dabana me. Lêbelê heta niha ji sedî 8 zêdetir budçe nedanê me. Ji sedî 9 a vê budçeyê ji bona artêş, serokwezîrtî, ji bona karên derve û ji bona tiştên mîna van xerc dikirin û wê budçeya ji sedî 9 a ku mafê me bû ji me dibîrîn û nedidan me. Ji ber vê yekê di nava men de ji pirsgirek derdiket û nakokî derdiket hikûmeta eraqê budçeya me dibîrî û benzin û nefte dibirîn. Ji ber vê yekê me xwest û biryaar da ku nefte xwe bi serê derbixin û bifiroşin. Ji vê nefta ku em ê firotibana jî em ê budçeya xwe ji sedî 17 xwe bigirin û a din jî em ê dabana hikûmeta eraqê.Ew ê ev tişt di bin çavderîya emrîka û hinek sazîyên din de bana. Me asta di hemanîna neftê rojê gihande 750 hezaar bermîl e. Ango me deranîna nefte zêde kir. Lê belê bihaya nefte yekcar 4 qet hate xwar e. Ev tişt jî bû sedema krîza aborî.
Her wek tê zanîn berî vê 2 salan budçeyan me hatibû birîn û em mecbûr bûn nefte derînin û bifiroşin. Hûn dizanin di vê demê de di navbera emrîka û rûsya de dijberî û reqabetekî mezin heye. Piştî ku emrîka dest bi derxistin û firotina nefte kir dewletên wek me di bin pêyên dewletên mezin de dimînin. Vegave weke ku hûn dizanin li tirkî , îran kriz çêbûye. Ez bixwe dizanim li gelek daîreyên eraqê ev 16 meh ku meaşên karmendan nayên dayîn.
“Ewlekarî û aramiya cîranê me ewlekarî û aramiya me ye”
Ewnî siyaseta Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAÎŞê ji wiha anî ziman: “Siyaseta hikûmeta herema kurdistanê ew e ku aramî û hizûra cîrana min aramî û hizûra min e. Yanî em di vê çarçoveya de siyasete dikin. Bi vî awayî em daxwaz dikin ku kurdistan bibe navenda aşîtî û asayîşê. Ev asayiş û aşîtî hemm ji bona kurdistanê û him jî ji bona derdorê ye. heger îro gelê kurdistanê li dijî DAÎŞê şer mekiranê îro wê Tirkîyê li bin Enqerê wê şerê Daîşê bikirane, ew ê îranê li Tebrîz û îsfehanê şerê daîşê bikiribana. Gelê kurditanê bi qehremanîyekê mezin şerê xwe li dijî daîşê kir.divê di mijara mücadele kirin abi daîşê de di navbera rêvebirên dewletên cîhanê de hevpeymanekî hevkarê were îmzakirin û di vê mijara mücadele kirina bi daîşê de piştgirî ji xelkê kurdistanê re were daîn. Em naxwazim di naveyna rûsya û emrîka de bi ber tunebûne de biçin. Niha rojhlata navîn ber bi tinebûnê ve diçê. Gelek dewletên rojhilatanavîn de bûne perçe perçe. Her wek tê zanîn gelek tedayî û neheqî li kurdistanê hatine kirin. Heger ev hevpeymana hevkarê were îmzakirin em ê ango gelê kurdistanê wê karibe bibe xwedîyê dewletekê serbixwe.
“Partiya Goran sozên ku naynin bi cîh dide gel û bi van sozan gel xapand”
Ewnî weke ku min got hereketa goran wextê hilbijartinan de slogan û duruşmên gelek mezin dane gelê kurdistanê . di demên hlbijartina de ji xelkê kurdisntanê re gotin ku em ê meaş bixin du qet, em ê meaş bibin jinê malên jî, em ê meaşê bidin qeçên qeyrê qêç ango yên ku di mal de manê û nezewicîne. Wan bixwe dizanîbûn ku ev sozên ku didin nemumkinin bicî bînin. Lê belê bi xapandina xelkê bi sozên gewreder wadan didin xelkê. Lê niha wê xelk jê hisabê bixwaze. Ew ê bibêjin ka wê soz dabû me û hûn nikarin niha meaşa ku berî niha didan me bidin me . kanî soza we. Di heqîqete de hikûmeta herema kurdistanê ji koalîsyoneke hevkarê pêk hatîye avakirin. Di hikûmeta hevkarê ango ya ku bi koalîsyonê hatîye avakrin de em hene, goran, yekgirto û ji komeleya îsalmî pêk tê. Lê ew ango bizava goran mesûlîyeta li ser xwe nabîbin û êrîşî me dikin.
Wezareta îqtîsadê di destê wan de ye. Yên goranê dibêjin partî pere nadî me û pereyan diweşere. Heger ez îro wezîr bim û pere nedin min ez ê îstîfa bikim. çima wezîrê wan nehat daxuyaanîyek neda û îstîfa nekir. Evan ketina krîzeke nev xwe an ku krîzeke siyasî . çinkî millet ji wan vedibe a ngo ji wan dûr dibe . Ji wan re dibêjin ku we soza xwe neazî cî we ya rastî negot. Di mijara serokatîyê de jî pirsgirek tine ye. Pirsgirêka ku hatîye derêxisktin a çêkirîye . çima ew nayên serok bihilbijerin. Bila xelk serok bihilbijere. Çima hûn dixwazin serok ji teref xelkê ve neye hilbijartin. Lewra ew dixwazin sîstema xwe li nava parlementerîyê saz bikin. em jî dibêjin heta em fikr û ramanên xelkê di vê mijarê nepirsin em tiştekî nakin.Heta di vê mijarê de referandumek neye kirin û xelk heta di mijara lhilbijartina serokatîyê de nîşan nede em tişytekî nakin. Heger xelk bibêje bila parlementer bihilbijere em ê hîngî qebûl bikin.
“Partiya Goran nikarê rêve beriya dewletê bike”
Ewnî rexneyê xwe yên li ser Goran wiha domand: “Bizanibin ku Goran ne dewletmerd in ango ne ehlê vî tiştî ne . Ew nikarin vî karî birêverbibin. Her kesek dikare di demê xweşîye de wezîrtîyê bike. lê belê wezîr ew e ku di dema tengasîyê de hikûmetê derbas bike ango birêvebibe. Wezîr ne ew e ku ji seat 8ên sibe heta 15.00en êvarî wezîrtîyê bike û pişt re jî biçî devê derîyê dewletê tu keviran biavêjîye. Ev ne wezîrtî ye. wezîrên goranê jî bi vê pênasî ne ango li gor tiştên ku me gotine tevdigerin. Di wan de wêrektî tune bû. Ew nizanibun derkevin pêşîya xelkê û ji wan uzrê bixwazin. Vî tiştî nekirin û negotin em nikarin em dewletê birêve bibin. Vî tiştî nekirin û rabûn vî tiştî kirin. Wek ku ereb dibêjin revîn û pêşve revîyan.
“Goran di mijara Serokatiyê de din av nakokîyê de ye”
Ewnî car din li ser mijara serokatiyê rawest û wiha îfade kir:Cara yekem serok di nava parlementerê de di salan 2005an de hat hilbijartin. Evan gruban ango muxalefet ango Goran digel hevalbendên xwe bi hezaran ayet û ji Încîl nasan anîn ji wir û ji vê derê li gor xwe delîlan anî û gotin ku hilbijartina serokatîyê ya di nava parlementerê de nabe divê serok ji teref xelkê ve were hilbijartin. Me vê daxwaza wan qebûl kir û me got bila serok ji teref xelkê ve were hilbijartin. Me di hilbijartinan de baştirîn kesê xwe ango Mesûd Barzanî ji bona namzedîya serokatîyê nîşan da .
Hûn bi van tiştên ku dibêjin henek û tinazên xwe li çarenûs ango qedera xelkê Kurdistanê dikin?Gelo wê nedixwest ku xelk serokê xwe hilbijer? Ha ji we re sîstema ku serok ji teref xelkê ve were hilbijartin.Niha jî Goran dixwaze ku sîstem were guhartin. Serçavan werin em referandumekî bikin. Gel çawa xwest em ê wiha bikin. Wê çi tişt kirîye? Tu feda we jê re nebûya . Serok Barzanî ji sedî 70 dengê xelkê stand û bû serok.We çi xerî ji Serok Barzanî kirîye.
Yekem Goran dixwaze bi zext û zordarîyê fikr û îradeya xwe bi xelkê bide qebûlkirin. Ya duyemîn jî Ew dixwazin bi zêdebûna hejmara sîyasî ji serokatîyê re bibin asteng. Lê belê di ya rastîyê de bi vê sîstemê PDK bi dest naxe xelkê Kurdistanê bi dest diçe. Ango fedê li xelkê Kurdistanê ye
“Bê Goran emê koalisyonê bi rê ve bibe”
Ewnî destnîşan kir ku bê Goran wê koalisyonê bi rê ve bibe û wiha agahî da: “Wellehî carinan însan destê wî qenserê digire û diçe doktor û jê re dibêje were destê min bibire da ku laşê min temam neçê. Di hikûmeta Herema Kurditanê ya ku di warêkî berfireh te hatîye avakirin de 24 parlementer û 5 wezîrên Goranê hene. Me wezîrtî da wan . Armanca me a ji dayîna wezîrîrîye ew bû ku me xwest da ku aramî û selametî were tesîskirin.Wezîrekî vê koalîsyonê her roj diraje keviran sazî û avahiyên partîyên hikûmetê dide ber keviran û keviran dide avêtin. Gelo hûn muxalefet in ku hûn keviran diavêjin? Heta hûn di rastîyê de muxalet bûbuyan jî heq û mafên tunebû hûn keviran biavêjin. Ji ber ku ev kar bi vî awayî nikaribû bimeşe û ji bona ku ew ehlê vî karî bûn û her wiha ji ber ku teketibûn pozisyona muxalefetê me biryar û qerarekî wiha da.
Di xwepêşendanan de avahiyên KDPyê ji teref PKKyê ve hat şewitandin”
Ewnî di Xwepeşandan da rola PKKyê jî bi bir xwist û nirxandina xwe wiha domand: “Nava xwenîşandanan de foto û wêneyên Apo ji teref pêşandaran ve hatibûn vekirin. Lê belê em nizanin ku di derbarê van bûyeran de ji navenda PKKê tiştek hatîye gotin an jî nehatîye gotin em wê nizanin. Lê belê kesên PKKyî bi sloganan digel kesên ku ji Goranê bûn di xwenîşandanan de cî girtin . Her du kom jî ango Goran û kesên ku li ser navê PKKslogan diavêtin bi hevdu re avahgîyên partîya me şewitandin. Ji vê şewitandinê Midûrê Ewlehîyê ya Sileymanîyê berpirsîyar e. Wezîfeya walî sazkiirna aşîtî, aramî û her wiha ewlehîya can û malê xelkê ye. Heger ew nikaribe vî tiştî bike divê îstîfa bike. Şewitandina avahiyên partîyên me meaşên tu kesî nagihaştend ber destên wan.”
Ewnî wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Em hemû îmkan û quweta xwe xerc dikin da ku vê qeyranê ango krîzê digel partîyên din çareser bikin. Em hewl didin da ku hikûmetekê koalîsyonê ya bê Goran saz bikin. Lewra Goran hindek anarşist bûye. Tu bernameya wê ji bona dewletê nîne. Mêjîya wan tevlîhev bûye ji ber vê yekê nikarin bernameyekî pêşkeşî xelkê bikin. B taybetî jî em ê bi Yekgirto û Yekîtî digel hevdu hikûmetekî bê Goran ava bikin. (ÎLKHA)