"Em dixwazin li kuçeyên Amedê bi aramî bijîn"
Dikandarê Sûrê yên ku ji ber pevçûnên ku li navçeya Sûra Amedê derketine di navbera du agiran de mane destnîşan kirin ku ew dixwazin li sikakên Diyarbekirê bi aramî bijîn.
Her wekê ku tê zanîn nêzî 4 rojan derketina derve li navçeya Sûra Amedê hatibû qedexekirin. Qedexeya ku nêzî çar rojan domî bi dawî bû. Bi dawî bûna qedexê texrîb û maxdûrîyet derketin holê. Ji ber texrîbat û zirara ku hatîne dayîn dikandarên navçê destnîşankirin ku ew ji ber van bûyeran mexdûr bûne.
Li navçeya Sûra Dîyarbekirê di encama pevçûna ku di navbera polês û PKKyîyan de derket de gelek dikandar , mal, û kargeh zirar dîtin û hatin texrîbkirin. Ji ber zirar û texrîbatên ku hatine dayîn dikandarên navçê ji ÎLKHAyê re axivîn.
Mehmet Odunluyê ku dikandar e di der barê bûyer û zirara ku li dikana wî hatîye dayîn de wiha axivî: “Ev bû 15 sal ku ez li Sûrê dikandarîyê dikim.Di dumahîya çend mehan de em gelekî perîşan û şepirze bûn.Dikandar ji ber zextên ku tên kirin mecbûr dimînin ku dikanên xwe bigirin. Di dema qedexeyê de ez nikaribûm werim dikanê xwe. Dema ku ez hatim dikanê ez li xwe heyirî mam. Lewra dikana min hatibû texrîbkirin û bûbû hedefa berikan. Zirarekî mezin li dikana min hatîye dayîn.”
Odunlu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji ber pevçûnên ku diqewimin gelekî mexdûr in, em gelekî zirarê dibînin. Di ser de jî tu kes bi derdê me eleqedar nabe. Em dixwazin êdî ev bûyer bi dawî bibin. Edî em dixwazin li kuçeyên Amedê di nava huzûrê de bijîn.Em hemû bira ne, her kî ji van bûyeran re dibe sebeb em wî hewaleyî Xwedê Teala dikin.”
Xelkê me li taxê hendekan naxwaze
Halîs Tutarê ku ji nîştecihên taxê ye destnîşan kir ku ji ber pevçûnên ku derdikevin û ji ber hendekên ku tên kolan xelk zirarê dibîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber pevçûnên ku derketine temamê xelkê mexdûr bû. Xelkê me naxwaze ku ev pevçûn derkevin. Em naxwazin ku hendek li taxa me werin kolan.Nan û av tune ye. Em perîşan bûn. Kes halê me napirse.Ez bixwe di van hilbijartinan de bawer nakim ku raya xwe bikar bînim.Edî nizanim çi bibêjim.”
“Ne dewlet ne jî PKK li vî xelkî nafikire”
Tutar di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha da domandin: “Ez bang li her du terefan dikim. Ji bo Xwedê vî agirê ku pêketîye bitefînin û vê pevçûnê ji nav xelkê derînin.Em êdî aşîtî, hezkirin, wekhevî û edaletê dixwazin.Em di navbera du agiran de mane. Dewlet dibe em ji bona we li vir in, ên din jî dibêjin ku em jî ji bona we li vir in.Her du teref jî vî xelkî nafikirin.”(ÎLKHA)