Li Wanê polêsek jiyana xwe ji dest da
Li Îpekyoluya Wanê êrîş li polêsan hat kirin. Di êrîşê de polêsek jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatiye bidestxistin bûyer di derdora saet 14.30an de li ser Caddeya Egemenlîkê qewimî. Hat diyarkirin ku êrîş ji teref 3 PKKyîyan ve bi çekên lûle dirêj hat lidarxistin. Di encama êrîşê de polêsek giran birîndar bû.
Polêsê ku giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê. Digel midaxaleyan polês jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa ku hat kirin de PKKyîk hat kuştin û her wiha şexsekî sivîl ê ku di dema êrîşê de ji cihê bûyerê derbas dibû birîndar bû. Kesa/ê ku di êrîşê de birîndar bûbû ji bo derman kirinê hilanîne Navenda Tibê ya Dursun Odabaşiyê(ÎLKHA)