Serokê Şaredarîya Êlihê ji peywirê hat dûrxistin
Serokê Şaredarîya Êlihê , Qûbînê û ya Îkîkopruyê bi talîmata Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatin dûrxistin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Walîtîya Batmanê bi emrê Wezareta Karên Navxweyî Serokê Şaredarîya Êlihê Sabrî Ozdemîr, Serokê Şaredarîya Qûbînê Mustafa Ozturk û Serokê Şaredarîya Îkîkopruyê Osman Karabulut û 3 endamên meclîsê ji peywirê dûr xist.
Her wiha hat diyarkirin di encama lêkolîn û tehqîqeta ku ji teref Mufettîşên Mulkîyê yên Wezareta Karên Navxweyî ve hatîye kirin de raporek hat amadekirin. Di rapora ku hatîye amadekirin de hat ragihandin ji şaredarîya Êlihê 17 , ji Şaredarîya Girê Sîra 1 û ji Şaredarîya Îkîkopruyê jî 1 tevde 19 endamên meclîsê ji peywirê hatine dûrxistin.
Hat hînbûn sedema dûr xistina ji peywirê daxuyandina qerara xwerêvebirinê ya ku li gor talîmatên PKK/KCKê di 15 tebaxê de li Taxa Baglarê hatîye daxuyandine. (ÎLKHA)