Ji heqareta ku li muqaddesata hatîye kirin re berteka bi pankart
Her wekî tê zanîn li Edenê endamê meclîsa CHPê heqaret li pêxember kiribû. Piştî vê heqareta ku hatibû kirin dîsa li Edenê vêcarê Serokê Şaredarîya Edenê ya MHPê jî heqaret li alimên dînê îslamê kiribû, xelkê Edenê ji van heqaretên ku hatine kirin re bi pankartan bertek nîşan dan.
Alî Aydoganê ku endamê Meclîsa Şaredarîya Seyhanê ya CHPê ye, li ser malpera medyaya civakî li Hz. Pêxember re heqaret kiribû, her wiha dîsa li Edenê Serokê Şaredarîya Mezin a MHPê ya Edenê Huseyîn Sozlu jî heqaretî alimên dînê îslamê kiribû. Ji ber kirina van heqaretên ku li muqeddesatan hatine kirin xelk bertekên xwe didomîne.
Hinek hemwelatî Sozlu û Aydogan şermezar kirin û bertekên xwe bi pankartên ku li navenda bajêr daliqandin nîşan dan.
Dikandarên sûkê li ser Cadeya Saydamê pankartekî ku li ser ‘Em Endamê meclîsa CHPê ya Şaredarîya Seyhanê Alî Aydoganê ku ji dîn û pêxemberê me re heqaret kirîye şermezar dikin’ hatibû nivîsandin daliqandin û bertekên xwe bi vî awayî nîşan dan. Pankart heta demeke dirêj daliqandî ma. Lê belê hat hînbûn ku piştî demekê pankart ji teref Şaredarîya Seyhanê ya CHPyî ve hatîye daxistin.
Bertekeke bi pankart ji Serokê Şaredarîya Mezin a Edenê ya MHPyî Huseyîn Sozluyê ku ji Şêx Seîd, Seydayê Atif ê Îskîlîpî û Seyîd Riza re heqaret kiribû re hat.
Pankart li Xaçarêya Walîlîkê ve hat daliqandin. Li ser pankarta ku dîmenê Seyda Atifê Îskîlîpî hebû nivîseke wiha hatibû nivîsandin ‘Lê nenêre ku navê wî Huseyn e, yek ji wan li Kerbelayê şehîd, ê dijî li Edenê Yezîd e.’
Pankart ji teref kî ve hatîye daliqandin hê jî nedîyar e . Piştî ku ji ser daliqandina pankartê 2 seat derbas bû re pankart ji teref rayedarên şaredarîyê ve hat daxistin.(ÎLKHA)