2 kesên ku berî teqîna Enqerê tweet avêtibûn hatin girtin
2 kesên ku berî teqîna ku li Enqerê pêk hatibû tweetan parve kiribûn hatin binçavkirin
Berî teqîna li Enqerê pêk hat 2 kesên ku di derbarê teqînê de peyam parve kiribûn hatin binçavkirin. Di tweetên gumanbaran de îfadeyên “ Bombe wê li Enqerê biteqe!..” hatibû bikaranîn.
Li ser daxwazê Serdozgerîya Komara ya Enqerê, Serokatîya Ragihandina Telekomînîkasyonê ji rêvebirên twitterê destnîşanên İPê yên 3 kesên ku di derbarê teqîna Enqerê de parvekirinan kirûbûn xwest. Piştî ku ji twitterê zanyarî hatibûn xwestin di derbarê hesaba “@DrBereday” de 2 kesên ku têkilîya wan bi hisabê re hebû hatin binçavkirin. Tê îddîakirin kesê ku hatîye binçavkirin PKKyî ye.
Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê, da zanîn ku gumanbara bi navê Erhan O. di sala 1971an de li Amedê hatiye dinê. Di sala 1990an jî de beşdarî çend çalakîyên PKKê bûye û herî kêm 2 caran hatîye binçavkirin. Her wiha di nava sazîyên ku têkilîya wan ên navneteweyî hene de wezîfe girtîye. Erhan O. peyama ku ji hisabê xwe parve kiriye ji ser telefona xizmekî xwe parve kirîye.
Hat ragihandin kesê din ê ku hatîye binçavkirin di sala 1980an de li Pirsûsê hatiye dinê û navê wî Mehmet S.P. ye. Her wiha hat îddîakirin gumanbar ji sala 1997an heta niha li Amed û Rihayê bi şiklekî çalak di nava çalakîyên PKK/KCKê de xebitî ye. Di malperên înternetê yên rêxistinê de bi navê Mustear nivîsan nivîsîye û di malperên nûçeyan de wek çavkanî xebitîye. Kesê gumanbar di operasyona ku di gulana 2013an de li Rihayê hat kirin de ji ber ku digel teqemenîyan hatibû girtin hatîye darizandin û herî dawî jî di hilbijartinên 7ê hezîranê de ji partîyeke siyasî bûye namzed.(ÎLKHA)