• DOLAR 34.466
  • EURO 36.354
  • ALTIN 2937.523
  • ...
Malbata Sûrî hêvîya alîkarîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata ku ji ber şerê welatê xwe revîyaye û niha li Entabê dijî bi xûrekên ku li bazaran berhevdike hewl dide da ku bijîn. Ji ber rewşa wan a aborîya xerab e malbat hêvîya alîkarîyê ye.

Rewşa Hatîce El Alî û malbata wê yên ku ji welatê xwe ji şerê navxweyî revîyane dilê mirov dişewitîne.  Hatîce El Alî û  mêrê wê dema ku li welatê xwe bûn mala wan ji teref hêzên Esed ve hatibû bombebarankirin. Ji ber vê yekê derûnîya wan herdûyan nebaş e. Piştî ku hatin Entabê bavê wê rojek ji mal derdikeve û êdî ji wê rojê vir ve tu  xeber jê nehatîye standin.

El Alî, anî ziman ku rewşa wan xerab e. Ji ber vê yekê ew li benda alîkarîyê ne. Her wiha El Alî di der barê bavê xwe yê ku winda bûyê de destnîşan kir ku ew ev bû 2 meh ku kûçe bi kûçe li bavê xwe digerin lê tu xeber jê nestandine.

El Alî, mecbur e ku li mêrê xwe yê ku derûnîya xwe di şerê welatê xwe de winda kirîye û her wiha li 3 zarokên  xwe binêre. Ji ber ku rewşa wan nebaş e niha li taxa Şîrînevlerê di xanîyeke nelihevhatî û kavil de dijîn û mucadeleya jiyanê didin.

El Alî, destnîşan kir ku tu kes tûne ye ku  li wan binêre. Di malê de tenê birayekî wê yê 13 salî dixebite lê ji ber ku maaşa ku distîne hindike ew nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê  yekê El Alî daxwaz kir ku ew demildest herin malekê ku germ be da ku ew biçekî rihet bikin.  

El Alî destnîşan kir mala ku niha  tê de dijîn ji 2 odeyan pêk tê û ew ji bona vê malê  250 TL kira didin.

El Alî di dawîya axavtina xwe de diyar ki ku digel her tiştî hemd ji  Xwedê re kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em rojên pir zehmet derbas dikin. Ji ber ku mala ku em tê de dijîn bêhn dide zarên min nexweş ketin. Mêrê min serê sibe derdikeve ber êvarê tê malê. Mêrê min nizane çi dike . Her wiha bavê min jî winda bûye, me gelekî lê gerîya. Lê belê me wî nedît.Ez nikarim ne heqê avê ne jî ya ceyranê bidim.”(ÎLKHA)

 

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir