• DOLAR 32.367
  • EURO 34.794
  • ALTIN 2394.918
  • ...
Çeteyên PKKyî malbata dîndar dorpêç kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

R.Byê ku endamê malbatê bû di derbarê mijarê de destnîşan kir  ji ber ku ew nehiştîye li ber devê derîyê wan hendekan vebikin kesên  çete heqaretî wî  kirine û pişt re jî êrîş birine li ser wî. R.B  her wiha ragihand ku bûyer doh êvarî di derdora seat 23.30an de pêk hatîye û piştî ku di navbera wan de nîqaş derketîye re kesên çete bi çekên lûle dirêj û bombeyan heta seat 03.30an êrîşî mala wan kirine.

R.B di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha da domandin: “Bi dehan bombe avêtin mala me .Kesê ku li ser serê kesên êrîşkar bû digot ku tevlî malê wan hilbiweşînin.Bi çekan êrîşî mala me kirin. Hemd ji Xwedê Teala re ku ji xeynî çend bombeyan, bombeyên din neteqîyan.Bi vî awayî heta ber şeveqê êrîşî me kirin.”

R.B. axavtina xwe ya di derbarê êrîşa ku hatîye kirin de wiha da domandin: “Em di malê de tevde 10 kes bûn.Ew kesên êrîşkar xwestin ku me qetil bikin.Em di dema êrîşa ku li me dihat kirin de çend cara gazî polêsan kir. Pêşî gotin me em nikarin werin. Me çend cara din jî li wan gerîya û cara dawî nimreyek dane me.Ew nimre jî telefon di rûyê me de digirt.Bi vî awayî  polêsan qet bi mijarê eleqedar nebûn û mudaxeleyî êrîşkaran nekirin.Min jî gazî rayedarên HUDA PARa ku ez endamê wê bûm kir.Ew jî ji me re gotin ku ji malê dernekevin û gotin ku em ê bi mijarê eleqedar bibin.Piştî 1 û 2 seatan êrîş bi dawî bûn.”

Di encama êrîşên ku li dijî malbata dîndar hatin kirin de hat dîtin ku malbata dîndar bi şiklekî eşkere ji ber bêeleqedarîya polêsan ji mirinê re hatin terkkirin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir