Eskerên îsraîl êrîşî Mescîda Eqsayê kirin
Eskerên sîyonîst îsraîl cardin êrîşî Filîstînîyan kirin, di êrîşa ku hat kirin de 17 Filîstînî birîndar bûn.
Ji ber betlaneya “Roş Aşana”ya ku ji bona cihûyan wek sersalê tê qebûlkirin têketina Mescîda Eqsayê ji bona mislimanan hat astengkirin.Eskerên sîyonîst îsraîl di nava 24 seatan de sêyemîn car êrîşî Filîstînîyan kirin û Mescîda Eqsayê dorpêç kirin.
Di encama êrîşê ku hat kirin de 17 Filîstînî birîndar bûn.(ÎLKHA)