Li du navçeyên Wanê hinek herem wek Heremên Ewlehîyê yên Taybet hatin îlankirin
Li navçeyên Şax û Elbakê heta 15 rojan hinek herem wek Heremên Ewlehîyê yên Taybet hatin îlankirin.
Li navçeyên Şax û Elbakê yên ku pevçûnên herî dijwar lê diqewimin heta 15 rojan hibek herem wek Heremên Ewlehîyê yên Taybet hatin îlankirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Wanê ve hatîye dayîn de Di derbarê mijarê de hat ragihandin ji bona ewlehî were sazkirin û ji bona ku heq û mafên mirovan werin parastin heta 15 rojan hinek herem wek Heremên Ewlehîyê yên Taybet hatine îlankirin.(ÎLKHA)