Li Diyarbekirê roketa ku avêtin polêsan îsabetî çayxanê kir:3 birîndar
Li navçeya Baglara Amedê ji teref kesên PKKyî ve êrîşa roketavêjî li polêsan hat kirin, di êrîşê de roketek îsabetî çayxanê kir.
Li navçeya Baglara Amedê ji teref kesên PKKyî ve êrîşa roketavêjî li polêsan hat kirin, di êrîşê de roketek îsabetî çayxanê kir.Di encama îsabetkirina roketê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li taxa Baglarê kesên PKKyî di derdora seat 22.00an de êrîş birin li ser Qereqola Polêsan a Baglarê. Di dema êrîşê de kesên PKKyî bi roketavêjan êrîşî wesayîta polêsan kirin. Di êrîşê de roketek îsabetî çayxanê kir. Ji ber îsabetkirina roketê 3 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)