Ji Davutoglu banga sukûnetê
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di derbarê bûyerên dawî de wiha destnîşan kir: "Em ê destûrê nedin ku pevçûna birayan derkeve."
Doh êvarî li gelek cihan PKK hat protestokirin, ji ber vê yekê Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser medayaya civakî di derbarê mijarê de peyamên girîng da û wiha destnîşankir: “Em ê destûrê nedin ku pevçûn û şerê birayan derkeve.”
Serokwezîr Davutoglu di derbarê bûyerên herî dawî de li ser medyaya civakî peyamên girîng da û banga sukûnetê kir.Davutoglu li ser twîtterê wiha destnîşan kir:
“Ew mucadeleya hevpar a ku li dijî terorê tê birêvekirin têkilîya biratîya me quwettir dike.Ez bang li millete azîz dikim.Armanc û hedefa terorê xerakirina biratîya me ye û ev teror dixwaze ku fitne têxe naveyna birayan.Ez hemwelatîyên xwe yên ku di dilên wan de hezkirina welêt heye dawetî sukûnetê dikim.Em ê wan operasyonên ku di çarçoveya hiqûqê de tên kirin bi qerardarîyeke mezin bidomînin û em ê destûrê nedin ku pevçûna birayan derkeve.”(ÎLKHA)