• DOLAR 32.47
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2451.231
  • ...
Yetîm Der di meha tebaxê ji êtîman re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm Dera ku li Diyarbekirê bi xebatên alîkarîyên yên ku ji kesên êtîm û sêwîyan re dike tête nasîn rapora fealîyetên meha tebaxê ji raya giştî re parve kir.Di rapora ku hat parvekirin de hat destnîşan kirin ku di meha tebaxê de ji 374  êtîmê re tevde 45 hezar lîre alîkarî hatîye kirin.

Di derbarê mijarê de Serokê Yetîm Dera Diyarbekirê Fîkrî Karavîl destnîşan kir ku ew wek Yetîm Derê di meha tebaxê de bi şiklekî rekûpêk ji 374 êtîmên muxtac re alîkarî kirine.

Serokê Yetîm Derê Fîkrî Karavîl her wiha diyar kir ku wan di nava meha tebaxê de ji 4 kesên ku hazîrîya zewacê dikin re jî alîkarî kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwedê Teala ji kesên xêrxwaz û ji endam û dildarên komeleya me yên ku di nava van xebatan de cih girtine razî be. “

Fîkrî Karavîl di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir kesên xêrxwaz ên ku dixwazin alîkarîyê bikin ji navnîşana komeleyê  ya www.yetim-der.org.tr yê dikarin bi wan re têkevin têkilîyê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir