• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
HUDA PAR banga dawî kirina pevçûnan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê pevçûn û mirinên ku li herêmê pêk tên de ji teref Navenda Giştî ya Partîya Doza Azad ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hatîye dayîn de li ser pêvajoya çareserîyê, pevçûn û şerên ku li herêmê diqewimin û li ser mirinan hat rawestîn.

Di daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “Her wek ku tê zanîn di destpêka pevajoya pevçûnê de li dijî rêxistinê gelek operasyon hatin kirin. Di encama van operasyonan de gelek endamên rêxistinê hatin kuştin. Ev tişt di çapemenîyê de derketin. Her wiha tê zanîn ku li cih û herêmên ku lê pevçûn diqewimin kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan.Di 6ê îlonê de her wek tê zanîn li Daglicayê 16 esker û di êrîşa mayînî ya ku îro li Îdirê hat kirin de jî gelek polês jiyana xwe ji dest dan.Di encama van şer û pevçûnan de ji xeynî mirinan her wiha  hinek kesên provokator  li bajarên rojava êrîşî karkerên kurd ên ku ji bo kar diçûn bajarên rojava kirin. “

 “Di vê pêvajoya şidet û pevçûnê de yên ku mexdûr dibe xelk e”

Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat diyarkirin: “Zarokên xelkên misilman li ser navê îdeolojîyên ku bi bawerîya xelkê misilman dijmintîyê dikin ji teref hinek kesan ve bi hevdu dijmin tên kirin û wan zarokên misilmanan hevdu didin kuştin.Berî niha jî me gotibû ku em li dijî vê neyartî û van kuştinanin. Me heta îro li gelek platforma banga aşîtî,, hizûr û sukûnetê kir. Nexasim me anî ziman di vê pêvajoyê de yên ku herî zêde mexdûr dibe xelk e.”

Di dawîya daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hatibû daxuyandin de di serî de ji malbata kesên ku di êrîşên Daglica û Îdirê de jiyana xwe ji dest dane û ji malbatên kesên ku di pevajoyê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane re sêrsaxî hat xwestin û wiha hat ragihandin: “Ji bona ev pevçûn û mirin bi dawî bibin û ji bona ku cardin rojên aşîtîyê û hizûrê werin divê hemû kes wezîfe û berpirsîyarîya xwe  bîne cih.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir