• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Şaxê Ciwanan a Partîya Doza Azad daxuyanîya şermazerkirinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxê Ciwanan a Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê Yasîn Dursun di daxuyanîya ku da de suîqesta ku li Yunus Koca hatîye kirin û qetilkirina Doktor Abdullah   Bîroglu û Firat Sîmpîl şermezar kir.

Dursun destnîşan kir ku ew wek partîyê ji ber van bûyer  û geşedanîyên ku qewimîne xemgîn û muteesîr in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwedê Teala rehm û merhemeta xwe li Yunus Koca ,Abdullah Bîroglu û li Firat Sîmpîlê ku rehmet kirine bike û Xwedê Telala sebr û sebatê bide naskirî û hezkirîyên wan.Em van êrîşên ku li dijî van kesan hatine kirin şermezar dikin.”

Dursun di axavtina xwe de destnîşan kir ku divê ev êrîşên ku hizûra xelkê xera dikin û zirarê didin xelkê berî kêlîkê werin terikandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wan kesên ku van êrîşan dikin û zirarê didin xelkê  herêmê şermezar dikin.”

Yasîn Dursun wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bona ev agirê fitne were tefandin di serî de xelkê herêmê û her wiha hikûmet û rûspîyên herêmê erk û wezîfeta ku li ser milên wa ye divê bînin cî.Divê him xelkê herêmê him hikûmet û him jî rûspîyên herêmê li dijî vê rewşê birawestin û  divê vê agirê fitne bitefînîn.

Herkesê ku fikr û ramanên xwe bi rêya siyasete bîne ziman em piştgirîyê didin wan û ji kîjan partîyê be ferq nake heger ji ber nasnameya xwe ya siyasî êrîş lê hatibe kirin em li cem wan kesanin. Her wiha em cardin eşkere dikin ku em li dijî wan kesên ku van êrîşan dikin disekinin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir