Ji Sêrtê qefîleya hecîyan a ewil bi rê ket
Qefîleya hecîyan a ewil a ku ew ê ji Sêrtê biçe axên pîroz kete rê.
Qefîleya hecîyan doh êvarî ji Sêrtê ketin rêya axên pîroz. Berîya ku hecî bi rê kevin di merasîma oxirkirinê de agahî bi wan re hat parvekirin.
Miftîyê bajêr Faruk Arvas di merasîma oxirkirinê de di derbarê girîngîya hecê de wiha axivî: “Hûn dikevin rêwîtîyeke pîroz û mibarek. Em we bi ber axên pîroz ve bi rê dikin.Em kêfxweş in ku ev rêwîtîya pîroz û mibarek bûye nesîbê we. Hûn ê bi iznillah bi niyeta endamê hecîtîyê biçin û hûn ê bibin hecî û vegerin. Em we bi xêr û xweşîyê , hezkirin û bi duayan bi rê dikin.”(ÎLKHA)