Li Diyarbekirê 3 nûçegihanên ingilîzî hatin tewqîfkirin
Nûçegihanên VICE NEWSê yên ku rojên borî li Diyarbekirê hatibûn binçavkirin doh êvarî ji teref dadgehê ve hatin tewqîfkirin.
Hat diyarkirin nûçegihanên VICE NEWSê yên ku rojên borî li Diyarbekirê hatibûn binçavkirin ji teref dadgehê ve hatin tewqîfkirin.
Nûçegihanên ingilîzî Mohammed Îsmael Rasool, Phîlîp Gingel Hanrahan ve Phîlîp John Pendlebury ji teref Hakîmtîya Cezaya Sulhê ya Nobedar ve hatin tewqîfkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku kesê bi navê A.D. yê ku digel nûçegihanan re hatibû binçavkirin jî bi heman sedemê hatîye tewqîfkirin.(ÎLKHA)