• DOLAR 34.7
  • EURO 36.773
  • ALTIN 2961.86
  • ...
Li Diyarbekirê êrîş li polêsan hat kirin: 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîş li TOMAya ku ji bona ewlehîyê li ber avahîya Serokatîya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partîyê disekinî  hat kirin.Di êrîşê de polêsek sivik birîndar bû.

Êrîşa bomebeyî li avahîya AK Partîyê hat kirin . Êrîşê de polêsek sivik birîndar bû. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî kesên nasnameyên wan nediyar 2 heb teqemenîyên ku bi desta hatibûn çekirin avêtin avahîya AK Partîyê ya bajarê Diyarbekirê. Di encama teqîna teqemenîyê de TOMAya ku li ber avahîyê ji bona ewlehîyê rawestîyabû  şewitî.

Polêsê ku di êrîşê de birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşa ku hatîye kirin li herêmê operasyoneke berfireh ji teref polêsan ve hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir