Îran wê ji Rûsyayê mûşekên S-300î bistîne
Hat diyarkirin ku di navbera Îran û Rûsyayê de ji nû ve di warê mûşekên S-300î de îttîfak hatkirin.
Arîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov destnîşan kir ku Moskova û Tahran di mijara sewqîyeta mûşekên S-300î de ji nû ve îttîfaq kirine.
Her wek ku tê zanîn di salan 2007an de di navbera Îran û Moskovayê de di derbarê mûşekên S-300î de di bihaya 800 milyon dolarê muqawele hatibû çêkirin.Lê belê di sala 2010an de ji ber Neteweyên Yekîtî ev muqawele hatibû sekinandin.
Hat diyarkirin ku dîroka sewkkirina van mûşekan hê jî nediyar e.(ÎLKHA)