Qedexeya derketina derve li Farqînê bi dawî bû
Qedexeya derketina derve ya ku li Farqînê hatibû îlankirin îro bi dawî bû.
Qedexe ya derketina derve ya ku duh ji teref Walîtîyê ve li Farqînê hatibû îlankirin îro di seat 07.00an de bi dawî bû.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Li navçeya me Farqînê ji bo hizûr û sükûnet were temînkirin derketina derve hatibû qedexekirin. Ev qedexe rojê sêşembê di seat 07.00an de bi dawî bû.“(ÎLKHA)