Li Farqîna ku derketina derve hatibû qedexekirin şer
Li navçeya Farqîna Diyarbekirê ya ku derketina derve hatibû qedexekirin şer derket û şerên ku duh êvarî ve dest pê kirine hê jî didomin.
Li Farqînê duh êvarî ji seat 01.00an ve derketina derve hatibû qedexekirin. Bi qedexekirina derketina derve li taxên Tekel, Konak û Selahattînê şer dest pê kirin.
Li nava taxan di navbera PKKyîyên ku di destên wan de çekên lûle dirêj hebûn û di navbera polêsan de şer derket.
Hat ragihandin di encama operasyonên ku hatine kirin de şer derket û di encama şer de şexsekî ku PKKyî tê îddîakirin hat kuştin û şexsek jî birîndar bû.
Hat hînbûn ku li navçê xelk xwe kişandine malên xwe û her wiha li navçê şebekeyên GSMê û înternetê jî qutbûne.Her wiha li hinek taxan jî av jî nahêrikin.(ÎLKHA)