Mucadeleya bi tiryakê wezîfeya hemû kesî ye
Serokê Şaxa Cemîyeta Yeşîlayê alimê navdar a Rihayê Mela Îzedîn Aksan ziyaret kir. Di ziyaretê de alimê navdar Mela Îzedîn Aksan diyarkir ku mucadeleya bi tiryakê re wezîfeya hemû kesî ye.
Serokê Şaxa Cemîyeta Yeşîlayê Muharrem Çelîk,alimê navdar a Tarîkata Nakşîbendî ya Şaxa Gaznevîyê Mela Îzedîn Aksan ziyaret kir. Çelîk di ziyareta xwe de behsa mucadeleya bi tiryakê re anî ziman. Ji ber mucadeleya bi tiryakê re Mela Îzedîn, Cemîyetê tebrik kir û destnîşan kir ku mucadeleya bi tiryakê re netenê wezîfeya cemîyetê ye her wiha mucadeleya bi tiryakê re wezîfeya hemû civakê ye.
Aksan her wiha diyarkir ku divê dewlet di warê mucadeleya bi tiryakêre tedbirên baş bistîne.
Ziyaret arezûkirina rûbirû bi dawî bû.(ÎLKHA)