Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn li ber serê tirbên wan hatin bîranîn
Di 16emîn salvegera Erdheja Marmarayê ya 17ê tebaxê de kesên ku miribûn li ber serê tirbên wan hatin bîranîn.
Di Şehîtlîka Erdheja 17ê Tebaxê ji bona kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn mewlûd hat xwendin.
Ji ber sedema salvegera erdhejê mêrasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de naskirîyên kesên ku jiyana xwe di erdhejê de dabûn ji bona mirîyên xwe mewlûd dane xwendin û ji bona wan dua kirin. Di bîranîn û ziyareta goristanê de hewaya xemgîn û mehzûntîyê hakim bû.
Malbat û naskirîyên kesên ku di erdheja 1999an de jiyana xwe ji dest dabûn ji bona mirîyên xwe Mewlûd dan xwendin û ji bona rihjên mirîyên xwe Qur`an xwendin û dua kirin.(ÎLKHA)