Nêzî 10 hezar xwendevan beşdarî qursên Navenda Spora Bajêr a Diyarbekirê bûn.
Hat ragihandin ku îsal nêzî 10 hezar xwendevan beşdarî qursên Navenda Spora Bajêr a Diyarbekirê bûn.
Hat diyarkirin qursên ku li navend û 6 navçeyan hatibûn vebûbûn û 19ê hezîranê dest pê kiribûn. Îsal nêzî 10 hezar xwendevan beşdarî van qursên Navenda Spora Bajêr a Diyarbekirê bûn. Bi vî awayî ji qursan re eleqeya herî mezin îsal hat nîşan dan.
Hat ragihandin li Navenda Sporê nêzî 24 branşan de perwerdehî tê dayîn. Her wiha nêzî 70 wezîfedar jî di van branşanda perwerdehî ji zarokan re tê dayîn.
Li gor agahîyên Midûrtîya Bajêr a Spor û Xizmetên Ciwanîyê;
Di sobeberîyê de 2 hezar û 243, di voleybolê de hezar û 551, di basketbolê de hezar û 520, di qada sporê de 717, di pelewanîyê de 361,di atletîzmê de 350, di qada pêşxistina wicûdê de 302, di badmîntonê dê 262,di hentbolê de 233, di hokeyê de 216, di tîrendazî û nêçîrvanîyê de 209, di taekwandoyê de 171, di kick boksê de 162, di jimnastikê de 144, di tenisê de 139, di wushuyê de 134, di tenisa masê 131,di satrançê de 130, di judoyê de 127, di karateyê 121 û di halterê de 1 tevde 9.512 werzîşwan ji qursan fêde wergirtin.(ÎLKHA)