Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji seat 01.00an vir ve derketina derve hat qedexekirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatîye dayîn de hat ragihandin ku di 18ê tebaxa 2015an de di seat 01.00an vir ve derketina derve hatîye qedexekirin.
Di dewama daxuyanîya ku hatîye dayîn de wiha hat diyarkirin: “Riayet kirina vê qerarê ew ê him ji bona can û mal him jî ji bona ewlehîya xelkê me baş bibe.Xelasbûna qedexekirina derve ew ê bi daxuyanîyekê were îlankirin.”(ÎLKHA)