Li Tarsûsê 4 kes hatin tewqîfkirin
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê 4 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin tewqîfkirin.
Hat ragihandin ku 4 kesên ku di bûyeran de cî girtine û bûyeran derdixistine hatin tewqîfkirin û wan şandine girtîgehê.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin hazirê 25-30 şexs li taxa Şahînê, rê birîn û lastîkan şewitandin.Polês mudaxaleyî kesên ku lastik dişewitandin kir û di navbera her terefan de bûyer rû dan.
Di encama mudaxelê kirinê de 4 kesên ku rûyên wan nixumandî bûn hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin piştî lêpirsînê sewqî edlîyê kirin. G.Ç, E.M û M.Y , A.A ji teref mehkemê ve hatin tewqîfkirin.
Hat hînbûn ku her 4 kesên ku di derheqê wan de qerara tewqîfkirinê hatiye dayîn ji teref mehkemê ve ji girtîgehê re hatine şandin..(ÎLKHA)