TIRa bi plakaya Îranê hat şewitandin
Li navçeya Bazîda Agirîyê PKKyîyên ku rê birîn TIReke bi plakaya Îranê şewitandin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin TIRa bi plakaya 68 B 84510 a ku ajokarê wê Remezan Rehmanî bû ji Dîlokê TIRa xwe bar kiribû û ber bi Îranê ve diçû. TIR dema ku gihaşte Bazîdê ji teref kesên PKKyî ve hat sekindandin. Kesên PKKyî bi molotovan TIRê şewitandin.
Di encama êrîşê de serikê TIRê şewit, hêj agir geş nebûbû ku îtfaye agir tefand.(ÎLKHA)