• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
PKKyîyên ku rê birîn li erebeya sivîlan reşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat hînbûn ku PKKyîyên ku di navarojê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê rê birîn, bi çekên lûle dirêj li erebeya kesên sivîl reşandin.

Î.O yê ku di êrîşa çekdarî ya PKKê de birîndar bûbû nêzî 7 seata di amelîyatê de ma. Î.O êrîşa çekdarî ya ku PKKyîyan kir wiha anî ziman: “ Ez û kurxalê xwe ji hêla otogarê ve ketin nava Nisêbînê.Dema ku em di rê de bûn nêzî 50 û 60 çeteyên YDG-H erebeya me sekinandin.Nêzî 10 deqîqe di erebeyê de lêgerîn kirin. Pişt re di nav xwe de xeber didan û digotin ku ‘Em bi vê erebê çalakîye bikin.’ Pişt re ji me re cihek nîşan dan û ji me xwestin ku erebê bibin cihê ku nîşanî me dane. Em jî li erebê siwar bûn û me qerar da ku bazbidin. Çawa ku me kir bazbidin bi çekên lûle dirêj li me reşandin.Di reşandinê de berikek li qemçika min berikek  jî li destê  lawê xalê min ket. Em  nêzî 7 seatan di amelîyatê de man.”

H.D yê ku di erebê de bû jî destnîşan kir ku wan bi hewldanên xwe çûne nexweşxanê û her çiqas wan bûyerên ku qewimîne ji polêsan re gotibin jî polês pê eleqedar nebûne.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir