Bîngolê êrîşa mayînî: 3 esker jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Kanîreşa Bîngolê dema ku erebeyan eskeran derbas dibû PKKyîyan mayîna ku li ber rê veşardibûn teqandin. Di êrîşa mayînî de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.
Li nêzî gundê Hacilara Kanîreşa Bîngolê dema ku erebeya eskeran derbas dibû ji teref PKKyîyan ve êrîşa mayînî hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 1 binefserek û 2 çawîşên pîspor jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşê de 6 esker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane Binefser Muhammed Gurlek li nifûsa Osmanîyê, Çawîşê Pîspor Haşîm Dîrlîk li nifûsa Balikesîrê û Çawîşê Pîspor Musa Saydam jî li nifûsa Kirikkalê qeyidkirîne.
Hat ragihandin eskerên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Bîngol û Kanîreşê.
Hat hînbûn ku piştî êrîşê şer derketîye û hê jî didome.(ÎLKHA)