• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
"Ji bona ku herêm dabeş nebe divê ummet hişyar be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Hîzbullah Seyîd Hesen Nasrallah di destpêka axavtina xwe de xelkê Libnanê tebrîk kir û ji bona malbatên şehîdên ku di şerê ku li dijî sîyonîst îsraîl de şehîd ketine re sersaxîyên xwe anî ziman.Nasrallah destnîşan kir ku şerê bi sîyonîst îsraîl re hê jî didome û sîyonîst îsraîl heta niha li Lubnanê muzaffer nebû û wê muzaffer nebe jî.

“Ew derewa ku îsraîl mexlûb nabe li Newala Huceyreyê hat bin ax kirin”

Nasrallah axavtina xwe li ser Newala Huceyreyê domand û wiha destnîşan kir: “Bidehan tank û esker li vê newalê cehenemê jiyan.Sileh û çekên wan ên herî girîng ên Merkava li vê derê hatin îmhakirin.Ew derewa ku îsraîl têknaçê li vê newalê hat binaxkirin.Ev tişt jî bi wesîleya mucahîdên me yên ku tanksawaran bi kar dianîn hat îsbatkirin.Ew îsraîlê sîyonîst ên ku bi fexr û quretîyeke mezin axên me îşxal kirin; lê belê ew kesên ku axên me îşxal kirin bi girî û bi bazdan axên me  terikandin.”

Nasrallah her wiha di derbarê berxwedanê de wiha ragihand: “Em wan destên ku dirêjî Mescîdê Eqsayê dibin tehdîd dikin. Em, ji bona parastin û muhafezekirina kesên sivîl û cihên pîroz her tim amade ne.”

“Ji bona herêm dabeş nebe divê ummet hişyar be”

Seyîd Hesen Nasrallah di axavtina ku kir de di derbarê planên dabeşkirina heremê de wiha ragihand: “Niha li heremê Emrîka û îsraîl li pey hinek komployan dene , mixabin hinek hezên herêmî dibe ku bizanebûn dibe ku nebizanebûn ji vê plan û kompleya Emrîka û Îsraîl re dibin navgir  û vê planê tetbîq dikin.Ji ber vê yekê divê em îro li her derî bang bikin, divê xelkê xwe û ummeta îslamê hişyar bikin.Ew planên debeşkirin û cudakirina welatan dibe sedem ku di nava xelkên herêmê de şerên mezhebî derkevin. Çawa ku Emrîka bi terorê emel dike bi heman awayî Erebîstana Siûd jî bi terorê emel dike.Emrîka li herêmê dixwaze ku planên xwe têxe fealîyetê. Emrîka ji ber vê yekê dixwaze ku Iraq, Sûrî û Siûd di nav xwe de werin dabeş kirin. Ji bona menfeat û berjewendîya Emrîka û sîyonîst îsraîl ew ê Siûd jî were parçe kirin.Heger îro em ji vî tiştî re bêdeng bimînin û destûrê bidin vî tiştî  û heger herêm parçe bibe sibe em ê hemû hesabê vî tiştî bidin Xwedê Teala. Bi gotineke din em ê ji vî tiştî berpirsîyar bibin.”

 Nasrallah di derbarê IŞÎDê de jî wiha destnîşan kir: “Îro IŞÎD an bi zanebûn an jî nebizanebûn  hewldide da ku herêm dabeş bibe. Her wiha îro Emrîka jî IŞÎDê ji bona parçe û debeşkirina herêmê bi kar tîne û dixwaze pê dewlet û hikûmetên herêmê berteraf bike.Emrîka û hêzên koalîsyonê îro naxwazin IŞÎD lawaz bibe. Bi gotineke din naxwazin hêza IŞÎDê kêm bibe.Çawa ku IŞÎDê li Iraqê bi kar anîn her wiha li Sûrî jî dixwazin bi kar bînin.”

“Kesên êrîşkar wê  li  Yemenê negihêjin hedef û armancên xwe”

Nasrallah di axavtina xwe de li ser mijara koalisyona ku di pêşîvanîya Siûd de hatiye avakirin û bi piştgirîya Emrîka û îsraîl  distîne de û her wiha di derbarê mijara êrîşên ku ji teref vê koalîsyonê ve li Yemenê tên kirin de jî axatinek kir . Nasrallah di derbarê van mijaran de wiha ragihand: “Ez di dawîya axavtina xwe de wan êrîşên wahşîyanê yên Siûd û Emrîka yên ku li Yemênê tên kirin şermezar dikim.Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ji bona şerên ku ew ê li heremê derkevin Yemen mînak e. Dibe ku li Yemenê bajarek an jî heremek ji dest çûbe. Lê belê heta ku bawerî, berxwedan û îradeya millete Yemenê  hebe û heta ku berxwedaneke bi izzet ya Yemenîyan hebe ew kesên îşxalker muzaffer nebin.”

Nasrullah  her wiha di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir û dîqqetan kişande li ser girîngîya hebûna Hîzbullah û wiha diyar kir: “Heger di sala 2006an de Hîzbullah mexlûb bûbana ew ê hemû kes mexlûb bûbana.Ji ber vê yekê li Libnanê li dijî îşxalê divê misilman, xiristîyan û her wiha hemû kes bibe yek.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir