• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dêya Mela Beşîr Varol bi duayan spartin axê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ayşe Varola  dêya Mela Beşîr Varolê ku ji ber jiyana xwe îslamî bi salan di girtîgehê de ye di nava duayan de  ji teref hezkirî û naskirîyên wê ve ji ebedîyetê re hat oxirkirin.

Ayşe Varola ku demekê dirêj li nexweşxanê tedawî didît çû rehma Xwedê. Cenazeya Ayşe Varol îro di seat 11.00an de li Goristana Asrî ya Batmanê  ji teref naskirî û hezkirîyên wê ve li axê  hat spartin.Her 2 lawê Ayşe Varol ên ku di girtîgehê de ne di cenazeya dêya xwe de nikaribûn hazir bibin. Hat hînbûn ku ew ê her 2 lawên wê beşdarî taziya dêya xwe bibin.

Piştî karên definkirinê M.Ahmet Varolê ku lawê Ayşe Varol e û Serokatîya Komeleya Şefkat Elîyê dike axavtineke kurt kir û wiha ragihand: “ Me dêya xwe berî vê du rojan  rakire nexweşxanê û îro jî çû rehma Xwedê. Me ji bona  kekê min Muhammed Xelîlê ku ev bû 15 sal di hebsê de ye da ku  karibe beşdarî definkirina cenazeya dêya min bibe muracaat kir.Lê belê ew negihaşte cenazeya wê. Me ji ber vê yekê digel parêzer cardin muracaat kir da ku beşdarî taziya wê bibe. Em hêvîdar in ku ew ê ji bona vî tiştî destûr bê dayîn.Kekê min Muhammed Beşîr jî niha li girtîgeha Kandiraya Kocaelîyê ye. Me ji bona ku ew jî karibe beşdarî taziye bibe muracaat kir. Kekê min Muhammed Beşîr ev bû 5 sal ku dêya xwe nedîti bû.Dema ku kekê min Muhammed Xelîl hatibû Batmanê me dêya xwe biribû ziyareta wî.”

Hat hînbûn ku malbata Varolan ew ê sersaxîyan li mala xwe yê li Taxa Pinarbaşiya navenda Batmanê qebûl bikin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir