• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mela di êrîşa PKKyîyan birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî li navçeya Şemzînana Colemêrgê 3 ji wan  pîrek 3 jî zilam tevde 6 PKKyî rê birîn û dest bi qontrola nasnameyan kirin. Hat diyarkirin ku di dema qontrola nasnameyan de şexsekî ku ji ereba xwe peya bûbû Mela Bedrettîn Firatê(24) ku di erebaya xwe de bû ji kesên PKKyîyan re hedef nîşan da.

Kesên PKKyî piştî vê hedef nîşandanê êrîşa çekdarî li Mela Bedrettîn Firat kirin. Firat di êrîşa çekdarî de ji milê xwe û ji qamçika xwe birîndar bû.

Kesên PKKyî piştî ku propagandaya rêxistinê kirin re di nava tarîtîya şevê de winda bûn. Bixeber dayîna kesên derdorê ambulans hatin cihê bûyerê û Mela Bedrettîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Hat diyarkirin ku wê Mela Bedrettîn sewqî Wanê kirine.

Her wiha  hat îddîakirin ku haya esker û polêsan ji vê bûyerê hebûya , lê belê ji vî tiştî re nebûne asteng.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir