Li Diyarbekirê PKKyîyê xwekuj hat girtin
Hat îddîakirin keseke PKKyî yê ku ji qadroya çiyê ji bona êrîşa xwekujî hatibû Diyarbekirê hatiye girtin.
Duh êvarî di derdora seat 21.30an de li navenda navçeya Yenîşehîrê Dibistana Seretayî ya Seyrantepeyê 9 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Ewlekarîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Di nava wan kesên ku hatine binçavkirin de şexsekî ku nasnameya sexte bikar tîne jî hatiye girtin. Ev kesê ku nasnameya sexte bi kar tîne piştî lêkolîne hat hînbûn ku li bajarê Eskîşehîrê bi wesfê şexsê windabûyî lê tê gerîn. Navê kesê ku hatiye girtin B.D ye û PKKyî ye.”
Di daxuyanîyê de hat îddîakirin ku B.D ji qadroya PKKê ya çiya ji bona êrîşa xwekujî ya bombeyî hatiye Diyarbekirê.(ÎLKHA)