3 zarokên ku berî vê 10 rojan winda bûbûn hê jî nehatin dîtîn
3 zarokên ku berî vê 10 rojan li navçeya Îpekyoluya Wanê winda bûbûn hê jî nehatin ditîn.
Okan Aydin(15), Firat Bulut(15) û Mehdî Babat ên ku berî vê 10 rojan li taxa Duzyola Îpekyoluya Wanê winda bûbûn hê jî nexuyane.
Malbatên zarokên ku winda bûne di derbarê lawên xwe de destnîşan kirin ku wan ji bona zarokên xwe serladana windabûne li Midûrîtîya Ewlekarîyê ya Wanê kirine lê belê ewna ji vê serledanê hê jî tu encam nestandine.
Malbatên zarokên windabûyî destnîşan kirin ku ew zarokên xwe gelekî mitala dikin û ew dixwazin ku gavek berî gavekî zarokên wan werin dîtin.
Polîs li ser îxtîmala revandina zarokan disekinî(ÎLKHA)