Qamyona hingiv teqle avêt
Li ser rêya Diyarbekir û Ferqînê kamyona ku barê wî hingiv bû teqle avêt, di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza îro di derdora seat 09.45an de pêk hat. Qamyona bi plakaya 07 NHT 21 ê ku ajokarê wî Bekir Elmacî bû dema ku ji Mûşê dihate Diyarbekirê ji ber sedemeke nediyar teqla avêt.
Qamyona ku teqla avêt nêzî 50 metrî xijikî û hingiva di qemyonê de jî rijîya li ser rê. Hat ragihandin di qezayê de Bekir Elmaci(52) û Alî Elmaci(55) birîndar bûn. kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxanê.
Jendirmeyê ku hatê cihê qezayê lekolîn da destpêkirin.(ÎLKHA)