Li Şirnexê êrîş li Helîkoptera Eskerî hat kirin: 1 mirî
Li navçeya Beytuşebaba Şirnexê di êrîşa ku li helîkopterte eskerî hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da.
PKKyîyan êrîşî helîkoptera eskerî ya Skorsky kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û eskerek jî birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin helîkoptera eskerîyê ya ku eskerên ku diçûne îzne û yên ku eskerîya xwe xelas kiribûn dibire Şirnexê leqayî êrîşa PKKyîyan hat. Di êrîşa ku hat kirin de eskerekê navê wî hê nediyar jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku eskerê birîndar rakirine nexweşxanê û li derdorê operasyonekê berfirireh dest pê kiriye.(ÎLKHA)